Seferên balafiran yên ji Kurdistanê bo Lubnanê rawestandin

26 September 2024 23:09 0 dîtin
Seferên balafiran yên ji Kurdistanê bo Lubnanê rawestandin

PeyamaKurd – Rêvebirê balafirgeha navdewletî yê Erbîlê Ahmed Hoşyar ragihand ku seferên Herêma Kurdistanê yên ji bo Lubnanê dane rawestandin.

Ahmed Hoşyar ragihand ku berya şerê Îsraîlê û Hîzbûllahê di heftê de 4 seferên balafiran dihatin kirin lê bi hesêb îro sefererên Lubnanê rawestiyan.

Berê, şîrketên seferên hewayî yên Fransayê; Air France û Transavia seferên xwe heya 1ê Cotmehê dabûn rawestandin. Şîrketa Almanya Lufthansa, seferên xwe heya 14ê Cotmehê dabû rawestandin. Urdin û Misir seferên xwe heya wextekî nediyar dabûn rawestandin.