Li Balafirxaneya Samê seferên balafiran dîsa hatin rawestandin
PeyamaKurd – Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê ragihand ku geştên asmanî ji bilî geştên ku bi destûra taybet ji Desthilata Hewayî ya Sivîl heta 1ê Çileya 2025an hatine rawestandin.
Li gorî daxuyaniya balafirxaneyê, hemû geştên esmanî yên ji bo balafirxaneya navdewletî ya Şamê heta 1ê Çileyê hatine rawestandin, ji bilî wan geştên ku bi destûra taybet ji Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Sûriyê hatine wergirtin.
Firînên navxweyî li Sûriyê di 18ê Kanûna Yekem de, 10 roj piştî hilweşandina rêjîma Beşar Esed, ji nû ve destpê kirin.
Di 18ê Kanûnê de yekem balafira ceribandinê ji Şamê ber bi Helebê ve bi rê ketibû.
Komên opozisyonê bi pêşengiya Heyet Tehrîr Şam di 8ê Kanûnê de Şam bi dest xistibûn û rejîma Beşar Esed hilweşandibû. Balafirgeha Şamê ji wê rojê ve girtî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin