THY, hinek seferên balafiran ji ber îhtîmala barîna berfê betal kir
PeyamaKurd – Şîrketa seferên hewayî THY bi sedema îhtîmala barîna berfê ya li Îstenbolê hinek seferên xwe yên ji bo roja 19ê Sibatê betal kir.
THY, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku hinek seferên 19ê Sibata 2025an yên çûn û hatinê ji ber şertên hewayê betal kiriye. Rêwî dikarin di ser malpera THY de xwe bigihînin agahiyan, bilêta xwe buguherînin an perê bilêta xwe paşde bistînin.
Ji ber şertên hewayê yên balafirgeha Sabiha Gökçen a Îstenbolê, hat ragihandin ku dê hinek seferan betal bikin. Li gor ragihandinê; wê seferên ji bo 20ê Sibatê %10, yên ji bo 21ê Sibatê %15ê seferan betal bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin