THY, hinek seferên sibê yên balafirgeha Îstenbolê betal kir

22 February 2025 20:38 0 dîtin
THY, hinek seferên sibê yên balafirgeha Îstenbolê betal kir

PeyamaKurd – Şîrketa Hewayî ya Tirkiyê (THY) bi sedema rewşa hewayê, hinek seferên ji balafirgeha Îstenbolê ku bo balafirgehên din bên kirin û hinek seferên ku bikin balafirgeha Îstenbolê betal kir. THY di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Hinek seferên me yên ku ji Îstenbolê bikin balafirgehên din û yên ji balafirgehên din bikin balafirgeha Îstenbolê bi sedema rewşa hewayê hetin betalkirin. Ji bo rêwiyên van seferan, mafên din me daye rêwiyan. Ji bo agahiyan hun dikarin li ser malpera me binêrin. Ji bo guherîna bilêtan an îada pereyan hun dikarin agahiyan bistînin.”