Seferên Iraqê yên Lubnanê hatin rawestandin
PeyamaKurd – Hemû seferên balafiran ên ji Bexdaya paytexta Iraqê ber bi Beyrûta paytexta Lubnanê ve hatin rawestandin.
Têkildarî mijarê ji aliyê Rêhewayên Iraqê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li Lubnanê, hemû geştên asmanî yên di navbera Bexda û Lubnanê de heta demeke din hatine rawestandin."
Artêşa Îsraîlê ku ji 8ê Cotmehê ve şer û pevçûnên kontrolkirî yên bi Hizbullahê re didomîne, di 23ê Îlonê de bi sedan êrîşên esmanî birin ser bajarên başûrê Lubnanê û herwiha herêmên Bekaa û Baalbekê.
Li gorî rayedarên Lubnanê, di êrîşên hewayî yên dijwar de 748 kes mirin, ji ber bomberdûmanê nêzî 150 hezar kes jî li hundirê welat koçber bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin