Karên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatin rawestandin

28 May 2023 15:01 0 dîtin
Karên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatin rawestandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatin ragirtin, bi sedema ku pêkhateya wê neyasayî bû.

Rojnameya El-Sebah girêdayî bi Hikûmeta Iraqê îro 28ê Gulanê ragihand, li ser daxwaza Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula, Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê karên wê hatine ragirtin, sedem ji ber hejmra endamên lijneyê 24 kes e û li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Iraqê pêwîste hejmara wan ji 23 kesan zêdetir nebe.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Seîd Ewad daye xuyakirin ku nivîsa Şaxewan Ebdula gihîştiye wan û kar hemû hatine ragirtin.

Seîd Ewad gotiye, wan karên xwe yên derbarê projeyasaya bûdçeya giştî ya Iraqê de heta astekê temam kirine û nêzîk bûne ku nivîsa dawiyê ya derbarê yasaya bûdçeyê de bişînin ji Serokatiya Parlamentoyê re.