Rexneyên Hosyar Zêbarî li hinek endamên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê!
PeyamaKurd – Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî bi tundî rexne li hinek endamên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê kir û ragihand, ew ne tenê di warê darayî û aborî de nezan in, lê zimanê erebî jî nizanin.
Zêbarî got: "Hinek ji endamên desteya xezîneyê ne tenê şiyanên aborî û darayî hene, lê bi Erebî jî nizanin."
Zêbarî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê gotûbêjkirina bûdceya li Parlamentoya Iraqê de wiha got:
"Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo gotûbêjkirina budçeya giştî ya Iraqê hat îsbatkirin ku pêwîst e hin endamên lijneya darayî biçin kûrsa fêrbûna Erebî. Van endamên lijneya darayî bi herî hêsan ji raya giştî re îsbat kirin ku ew bi zimanê Erebî nizanin. Herwiha di warê bingeha darayî û aborî de jî tiştekî nizanin û li ser çarenûsa welat jî biryar didin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin