Serok Barzanî bi sandeya Lijneya Darayî ya Iraqê re rûnist
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeya Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê ya bi serokatiya Etwan Etwanî kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de hat ragihandin ku Serok Barzanî îro, li Selahedînê pêşwaziya şandeya Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê ya di bin serokatiya Etwan Etwanî de kiriye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinê de şandeya mêvan a Lijneya Darayî ya Iraqê, di derbarê xebatên lijneyê yên li ser bûdceyê de, Serok Mesûd Barzanî agahdar kiriye.
Li gor daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser gringiya çêkirina yasayên federalî û di çarçoveya destûra Iraqê de çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hatiye kirin.
Weke tê zanîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di derbarê pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê ku dahata nefta Kurdistan, mûçeyên karmend û fermanberan û hin mijarên din ên darayî dihewîne de, nakokî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin