Serok Barzanî sandeya Partiya Siyada qebûl kir

22 August 2024 14:46 0 dîtin
Serok Barzanî sandeya Partiya Siyada qebûl kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Siyada Xemîs Xancar pirsgirêkên pêvajoya siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin.

Baregeha Ragihandinê ya Serok Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serok Barzanî îro, li Pîrmamê pêşwazî li şandeke Partiya Siyada ya din bin serokatiya Xemîs Xancar kiriye.

Di daxuyaniya baregehê de hate diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî, li gel şandeya Partiya Siyada rewşa giştî ya Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhelata Navîn gotûbêj kiriye.

Baregehê di daxuyaniyê de ragihand ku di hevdîtinê de bi taybetî pêşhateyên dawî û pirsgirêkên hevbeş ên pêvajoya siyasî ya Iraqê hatine nirxandin û aliyan di derbarê van pirsgirêkan de danûstandina ramanî kirine.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di civînê de rewşa parêzgeha Kerkûkê jî hatiye gotûbêjkirin.