Endamê Lijneya Darayî li Parlamentoya Iraqê: Rêkeftina li ser budceyê bo sê salan dibe
PeyamaKurd - Endamê Lijneya Darayî li Parlamentoya Iraqê aşkera kir, pêşneyar heye ku herêma Kurdistanê û Iraq a federal rêkeftineke sê salî derbarê budceyê de bikin.
Endamê Lijneya Darayî li Encûmena Nûnerên Iraqê Ehmed Qedeferî ji Basnewsê re ragehand, guftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê proje budceya 2020ê de berdewam e û lijne dê bicivin.
Derbarê amadekirina projeya budceya 2020an de diyar kir: "Rêkeftin li ser proje budceya 2020ê dê ji bo sê salan be ango ev pêşneyare hatiye kirin."
Piştî civîna şandeye hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê ku roja pêncşema heftiya borî pêkhat, serokê fraksiyona Yekgirtû li Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet civîneke çapemeniyê de behsa wê yekê jî kir ku Hewlêr û Bexda derbarê proje yasaya budceya 2020ê de dê rêkeftinê bikin.
Herwiha diyar kir rêkeftin bo sê salan e û heta hilbijartinek din a parlamentoya Iraqê dê kar pê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin