Îngîltere bo 16 welatan seferên balafiran da rawestandin
PeyamaKurd – Dewleta Brîtanyayê bi sedema nikare pêşî li koronavîrusê bigre, seferên xwe bo 16 welatan da rawestandin. Di nava welatan de seferên bo wan hatine rawestandin, 15 welatên Amerîka Başûr û Portekîz in.
Sedema mezin ku Brîtanya seferên xwe bo Brezîlya û welatên Amerîka Başûr da rawestandin tîpeka nû ya Kovid-19 ê derketiye û ditirse ku vîrus derbasî Brîtanya bibe. Wezîrê gihandinê yê Brîtanyayê Grant Shapps di beyana xwe de got bi sedema Kovid-19 ê seferên ji welatên Amerîka Başûr Portekîzê ji roja înê bi wextê wan siet di 04.00 an de wê bê bicîhanîn.
Welaten seferên wan hatine rawestandin ev in: Arjantîn, Brezilya, Bolîvya, Giravên Pozên Kesk, Şîlî, Kolombiya, Ekvador, Guyana ya Fransizan, Gûyana, Panama, Paraguay, Perû, Surînam, Ûrûgûay û Venezuela ne. Ji Awrûpa jî dewleta Portekîzê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin