Rawestandina frînan a Tirkiyeyê ya Silêmaniyê: 10 milyon dolar ziyan
PeyamaKurd - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Newzad Xefûr ragihand ku ji ber hikûmeta Tirkiyeyê frînên ji frokexaneyên Tirkiyeyê yên ber bi Frokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê rawestandiye, zêdetirî 10 milyon dolar ziyana aborî li frokexaneya Silêmaniyê bûye.
Newzad Xefûr, li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di derbarê mijarê de daxuyanekê da çapemeniyê.
Xefûr di daxuyaniyê de da zanîn ku Qebareya bazirganî ya Tirkiye û Herêma Kurdistanê nêzîkî 6 milyon dolar e û got: “Astengkirina frînan a Tirkiyeyê bûye sedema kêmbûna rêjeya bazirganî ya Silêmaniyê jî.”
Newzad Xefûr da zanîn ku ji bo astengkirinê bi dawî bikin wan ji hemî şandeyên Hikûmeta Tirkiyeyê yên ku ji ber sedemên cuda serdana Herêma Kurdistanê kirine daxwaz kirine, lê belê ew negihîştine encameke erênî.
Hikûmeta Tirkiyeyê ku ji mêj ve, ji ber pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, di 8ê Pûşpera 2024an de ragihand ku wan hemû frînên ji Tirkiyeyê yên ber bi Frokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê, heta dawiya 2024an rawestandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin