Frokeyên Tirkiyeyê dîsa li Silêmaniyê bombebaranê kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku frokeyên bêmirov ên artêşa Tirk gundekî qezaya Mawetê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.
Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku hêrişa frokeyên bêmirov ên artêşa Tirikyeyê îro, danê sibê, di derdora demjimêr 09:00an de pêk hatiye.
Kameran Hesen destnîşan kir ku frokeyan derdora gundê Basnê yê Mawetê bombebaran kirine.
Li gorî agahiyên ku qaymeqê dane, ti ziyaneke canî çênebûye.
Tirkiyeyê di demên dawî de bi hinceta hebûna şervanên PKKê, hêrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde kirine.
Tirkiyeyê di 23yê Tebaxê de jî di hêrişeke bi frokeyên bêmirov de 2 rojnamegerên Kurd kuştibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin