Tirkiyeyê li Silêmaniyê hêrisî otomobêlê kir: 2 rojnamegeran can dan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dewleta Tirk, li herêma Seyîdsadiq a navçeya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, bi frokeyeke bêmirov hêrişî otomobêlekê kiriye.
Stêrk TVyê diyar kir ku hêrişa li gundê Tepereşê yê Seyîdsadiqê pêk hatiye li dijî otomobêla rojnamegeran pêk hatiye û di encamê de 2 rojnamegerên wê canê xwe ji dest dane û 6 jî birîndar bûne. .
Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re ragihand ku hêriş bi frokeyeke bêmirov pêk hatiye.
Jêderên ji hêzên ewlehiyê yên Slêmaniyê jî diyar kirin ku hêzên ewlehiyê diçincihê bûyerê.
Hate ragihandin ku hêriş li dijî du otomobêlan pêk hatiye û mûşekeke ku ji frokeyê hatiye avêtin li yek otomobêlê ketine.
Hate zanîn ku ji 6 birîndaran yek jê birîna wî pir giran e û birîndar arasteyî nexweşxaneyan hatine kirin.
Dewleta Tirk, bi frokeyên şer îro hêrişî gundê Gelaleyê yê Şarbajêrê jî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin