Tirkiyeyê hêrisî Sehbayê kir: Kesekî can da û 2 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd - Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê hêrişî navçeya Şehba ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Hate ragihandin ku di encama hêrişan de kesekî canê xwe ji dest daye û 2 zarok jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, bê navber hêrişî gund û derdora herêma Efrîn û Şehbayê dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku hêzên Tirkiyeyê duh gundewarên navçeya Şehbayê ku dikeve bakurê parêzgeha Helebê topbaran kirin.
Di encama topbarana Tirkiyeyê de li gundê Tinnibê yê Şerayê 2 zarokên bi navên Ehmed Fêsel Cinêdî yê 6 salî û Zeyneb Fêsel Cinêdiya 4 salî birîndar bûn.
Di hêrişên li devera bajarokê Şêrawayê de jî hêzên Tirk û komên çekdar, bi tank, guleyên obus û dronan gundên Aqîbê û Dêr Cemalê dane ber hêrişan.
Di wan hêrişan de kesekî bi navê Mihemed Sadiq Omer ê 30 salî yê ji gundê Kefir Nasihê bi giranî birîndar bû. Mihemed Sadiq Omer li Nexweşxaneya Evînê ya Şehbayê canê xwe ji dest da.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku ji ber hêrişên artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ziyana malî jî gihîştiye mal û milkên xelkê herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin