Leskerên Tirkiyeyê li Kobaniyê zarokekî 14 salî kustin

27 August 2024 13:59 0 dîtin
Leskerên Tirkiyeyê li Kobaniyê zarokekî 14 salî kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku endamên artêşa Tirkiyeyê yên hêzên sînorî, li ser sînorê Kobaniyê zarokekî 14 salî kuştine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê da zanîn, leşkerên Tirkiyeyê, li Kobaniyê, li ser sînor gule li hinek kesan reşandine ku hewl didan sînor derbaz bikin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wan kesan li herêma di navbera gundên Kîkan û Şêranê yên Kobaniyê de xwestiye sînor derbas bikin û derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Lê leşkerên Tirkiyeyê gule li wan reşandine û zarokekî 14 salî yê bi navê Mehmûd Mislim Mihemed Seîd hatiye kuştin.

Hat zanîn ku Mehmûd Mislim ji gundê Kîkanê yê Kobaniyê ye.

Ji sala 2016an ve 567 kes hatine kuştin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku ji sala 2016an ve li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriye û Rojava û Bakurê Kurdistanê 567 welatiyên Sûriyeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

Hat ragihandin ku 107 ji wan zarok û 69 ji wan jî jin bûne.

Her wiha 3 hezar û 109 kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine birîndarkirin.