Li Kercewsê zarokekî 10 salî di ava Dîcle de fetisî

28 May 2024 23:08 0 dîtin
Li Kercewsê zarokekî 10 salî di ava Dîcle de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Kercewsê zarokekî deh salî yê bi navê Zekeriya Y. bi bavê xwe re diçe ber çemê Dîcle nav zeviyê da bixebitin. Bavê Zekeriya Y. Süleyman Y.(53) dibîne ku kurê wî li cem wî nîne.

Zekeriya Y. guhê wî jî nabihîze û bê haya bavê wî jê hebe dikeve avê da xwe hînik bike. Lê zarok di avê de difetise.

Li ser agahdarkirina tîmên rizgarkirinê diçin ciyê ku zarok ketiye avê, piştî lê digerin cenaze dibînin.

Cenazê zarokî dibin morga nexweşxana dewletê ya Kercewsê.