Leskerên Tirkiyê zarokekî 15 salî bi gulebaranan kustin

01 October 2021 10:59 0 dîtin
Leskerên Tirkiyê zarokekî 15 salî bi gulebaranan kustin

PeyamaKurd –  Li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, leşkerên Tirkiyê, zarokekî 15 salî bi gulebaranan kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ji bajarê Dirbêsiyê dema ku Ehmed Hisên El-Nasir ê 15 salî dixwest di gundewarên Dirbêsiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat gulebarankirin.

Herwiha li gor zanyariyan, di encama gulebarana leşkerên Tirkiyê de, Ehmed Hisên El-Nasir birîndar bû û ew rskirin nexweşxaneyê, lê şeva borî li nexweşxaneya wî bajarî can da.

Ehmed Hisên El-Nasir ê 15 salî, bi xwe xelkê gundê Ereb Xan ê nahiya Zergan e, ku di van demê dawiyê de çekdarên ser bi Tirkiye ve bi tundî bombebaran dikin.