Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê zarokekî 14 salî û ciwanekî 38 salî revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê zarokekî 14 salî û ciwanekî 38 salî ji Efrînê revandin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, çekdaran zarokê bi navê Hisên Şaban ê 14 salî, ji gundê Bedînan ê bi ser navçeya Raco revandin.
Rêxistinê eşkere kir, çekdaran di berdêla berdana zarokê 14 de, pere girtin.
Herwiha kesê bi navê Ebdo Murad Reşo, yê 38 salî yê ji gundê Omo yê bi ser navçeya Mabata, li ser bendeke kontrolê ya çekdaran li Ezazê hat revandin û birin cihekî ne diyar.
Li gor hat zanîn, Ebdo Murad ev cara duyemîn e bi hincetên bêbingeh ji hêla çekdaran ve tê revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin