Efrîn | Çekdarên koma Cebhet El-Samiye ya girêdayî Tirkiyê 4 kes girtin
PeyamaKurd – Çekdarên koma Cebhet El-Şamiye ya girêdayî Tirkiyê, li Efrînê 4 kes girtin.
Li gor zanyariyan, hêzên Tirkiyê û çekdarên koma Cebhet El-Şamiye ya girêdayî wî welatî, 3 welatiyên Kurd li navçeya Cindirêsê ya Efrînê girtine.
Herwiha çekdarên heman komê welatiyekî din ê ji bajarokê Marat el-Numan ê Idlibê jî li Efrînê girtine.
Hat zanîn, ew welatî bi tohmeta danûstandina bi hêzên Kurdî re û ji bo wergirtina fidyeyê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin