Li Efrînê çekdarên koma Hemzat bacê li ser cotkarên Kurd ferz dikin
PeyamaKurd – Li Efrînê çekdarên koma Hemzat ên girêdayî Tirkiyê, bacê li ser cotkarên gundên Kurda ferz dikin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, çekdarên koma Hemzat ên girêdayî Tirkiyê, bacê li ser cotkarên Kurd ên gundên Birc Ebdalo, Basûtê û Kurzêlê yê ser bi bajarokê Şêrawa ve ferz dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin yan destê xwe datînin ser bax û bistanên wan ên fêkî û zeytûnan.
Li gor heman Rêxistinê, çekdarê bi navê Abû Cabir ku serkirdeyekî koma Hemzat e, 4 hezar dolar wek bac li ser welatiyê bi navê Elî Xalid ferz kiriye, tevî ku Elî Xalid gilî li cem serkirdeyê giştî yê wê komê, Seyif Ebû Bekir tomar kiriye, lê bi gefa çekan û kuştinê, neçar maye wan pereyan bide.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê dibêje, tevî ku ev demek e komîteya bi navê "Vegrandina Mafê Sitemlêkiriyan" karê xwe li Efrînê dike, lê heta niha tenê ji %5ê mal û milkên xelkê bajarokê Şiyê yên ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn dizîn, hatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin