Çekdarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ketin Efrînê

06 February 2025 15:26 0 dîtin
Çekdarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ketin Efrînê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Giştî yên bi ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê îro derbasî Efrînê bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro karwan gihişte Efrînê. Di medyaya civakî de jî dîmenên Kurdên Efrînê belav bûn ku îhtîmala vekişîna komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve herêmê pîroz dikin.

Hatina hêzên ewlehiyê yên nû bo Efrînê weke “destpêka rêveberiya nû ya Sûriyeyê ku li herêmê kontrol dike” tê nirxandin.

Hat îdiakirin Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera (Colanî) gotiye ku ew dê şêniyên Efrînê lê vegerînin ku dema êrîşên sala 2018an ên Tirkiye û grûbên çekdar bi ser wê ve neçar mabûn ku herêmê biterikînin.