Hejmarek leskerên Tirkiyê û çekdarên Sûrî li Efrînê bi koronayê ketine

13 May 2020 09:34 0 dîtin
Hejmarek leskerên Tirkiyê û çekdarên Sûrî li Efrînê bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hejmarek serbazên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bi koronayê ketine.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, destpêka vê meha Gulanê, 7 serbazên Tirkiyê ku ji Tirkiyê derbasî Efrînê bibûn û çekdarekî polîsên sivîl li Efrînê bi vîrusa koronayê ketibûn. Rêxistina navborî diyar kir ku ew tûşbûyên koronayê 2 rojan li nexweşxaneyê kerentînekirî mabûn, paşê ji bo Tirkiyê hatibûn veguhestin.

Heman rêxistinê diyar kir ku piştî eşkerebûna van haletan, pişkinîn bo karmendên tendirustiyê yên nexweşxaneya serbazî hatibûn kirin.

Li gor encamên wan pişkinînan derketiye holê ku 7 serbazên din ên Tirk û 2 çekdarên polîsên sivîl bi koronayê ketine.