Çekdarên ku Tirkiye pistevaniya wan dike, 4 leskerên sûrî kustin

14 April 2023 20:35 0 dîtin
Çekdarên ku Tirkiye pistevaniya wan dike, 4 leskerên sûrî kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şerekî navbera hêzên rejîma Sûriyêamê û komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de, 4 leşkerên sûrî hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên ʹFetih El Mubînʹ êrîşî hêzên rejîma Sûriyê li eniya Sermaniya ya rojavayê Hemayê kirin û şerekê dijwar di navbera herdu aliyan de rû da.

Li gorî SOHRê di şer de çekên giran û yên navîn hatin bikaranîn û 2 leşkerên sûrî di wê êrîşê de hatin kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku li eniya Moxis a gundewarê başûrê Idlibê jî, çekdarekî ji heman komê êrîşeke suîqastê li dijî hêzên Şamê kiriye û di wê êrîşê de jî  2 leşkerên sûrî hatine kuştin, yekî din jî giranî birîndar bûye.