Parlamenterê Kurd: Tirkiye di ser de pistevaniya Azerbaycanê dike
PeyamaKurd - Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Ermenistanê de Kinyazê Hemîd diyar kir, "Tirkiye di vî şerî de hêz û çekan dide Azerbaycanê û ji her alî ve piştevaniya wî welatî dike."
Li gor Parlamenterê Ermenistanê Kinyazê Hemîd ji K24ê re ragihand, "Çend roj in Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyê ve, şerekî giran biriye ser Ermenistanê û li ser sînorê Qerebaxê şer û pevçûnan destpê kiriye. Ji her du aliyan gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin."
Kinyazê Hemîd da zanîn: "Tirkiye di vî şerî de hêz û çekan dide Azerbaycanê û ji her alî ve piştevaniya wî welatî dike."
Parlamenter Hemîd destnîşan kir: "Azerbaycan di vî şerî de ji bilî Tirkiyê, ti piştevaniyê ji ti welatekî din wernagire û piraniya welatan daxwaz ji Azerbeycan û Ermenistanê kirine, ev şer bê rawestandin û pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin. Lê Azerbeycan pabendî vê daxwazê nabe."
Kinyazê Hemîd di derbarê helwesta Rûsyayê ya di vî şerî de diyar kir: "Di navbera Ermenistan û Rûsyayê de peymanek heye, lê heta niha Rûsya ti piştgîriya çekdan ji Ermenistanê re nekiriye û daxwaz dike ev şer bê rawestandin û bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin."
Parlamenterê Ermenistanê Kinyazê Hemîd berdewamiya axaftina xwe de got: “Çawa li Ermenistanê Kurd dijîn, wekî miletekî kêmnetew, wisa li Azerbaycanê jî Kurd hene û dijîn. Kurdên Ermenistanê wekî hemwelatiyên Ermenistanê tên hesabkirin. Gelek ji wan Kurdan di şer de şehîd ketine. Herwisa li Azerbaycanê jî Kurd hene. Wekî dualî şer dikin. Çawa wekî Kurdên wê derê şerê birakujî heye! Kurdên vê derê ne hev nas dikin, ne dizanin. Lê di şer de, şerê hev dikin. Hemwelatiyê wî welatî naçin şer, di şer de jî şehîd dikevin."
Hemîd herî dawî tekez kir û bal kişand: "Tirkiye ji du mehan zêdetir e piştevaniya leşkerî dide Azerbeycanê û ji bilî leşkerên Tirk, nêzîkî 4 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê û Îslamîst ji Efrînê birine Azerbeycanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin