Sandeya parlamenterên Tirkiyeyê, ji bo lêkolîna IRAyê çû Îrlandayê

01 November 2025 10:14 0 dîtin
Sandeya parlamenterên Tirkiyeyê, ji bo lêkolîna IRAyê çû Îrlandayê

PeyamaKurd – Şandeyeke ji endamên "Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê",  ku di çarçoveya pêvajoya çekdanîna PKKyê de li meclisa Tirkiyê hatiye damezrandin, serdana paytexta Îrlandayê, Dublînê kir.

Armanca vê serdanê lêkolînkirina ezmûna Artêşa Komarî ya Îrlandayê (IRA) û pêvajoya çareseriyê ya Brîtanyayê li ser cih e.

Ev serdan li ser vexwendina Enstîtuya Pêşkeftina Demokratîk (DPI) ya Brîtanyayê hat lidarxistin.

Di nav şandeyê de ku ji partiyên curbecur pêk tê, ev parlamenter hene:

  • DEM Partî: Cîgirseroka Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Celal Firat.
  • AK Partî: Parlamenter Abdurrahman Babacan.
  • CHP: Parlamenterên Sezgîn Tanrikulu, Mustafa Emanrikulu û Oğuz.
  • Yenî Yol (Rêya Nû): Parlamenter Bulent Kaya.

Hate ragihandin ku ji Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) tu kes beşdarî vê şandeyê nebû. Endamên komîsyonê dê ezmûnên li Îrlandayaya Bakur lêkolîn bikin.