Çekdarên koma 'Hemzat' li gundekî Serêkaniyê xaniyên 9 welatiyên Kurd hilwesand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, xaniyên 9 welatiyên xelkê deverê ruxandin.
Derbarê bûyerê de, Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve 22yê Adarê li gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) yê Serêkaniyê 9 malên xelkê hilweşandine.
Derbarê bûyerê de wiha hat gotin: “Di 22yê Adarê de, hin komên çekdar yên bi navê ‘Hemzat’ ên bi ser Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve û bi taybet bi hatina cejna Newrozê re, 9 malên welatiyên gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) ê Serêkaniyê hilweşandin. Herwiha hemû baxçeyên gund bi temamî xera kirin, bi hinceta ku wê bikin qadên leşkerî û yên perwerdeya leşkerî.”
Komîteyê daye xuyakirin, ev tawanên li Serêkaniyê û gundewarên wê, kîn û nefreta wan a bi taybet bo gelê Kurd û gelên din ên herêmê ye ku dagirkeriyê napejîrînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin