ÎDIA | Çekdarên ku xwîna elewiyan rijandibûn tînin Serêkaniyê
PeyamaKurd – Hate îdiakirin ku komên çekdarên Sûriyê yên bi navên El Hemzat û El Emşat ên destê wan di kuştina elewiyên berava Sûriyê de hebû, bo bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê têne veguhestin.
Li gorî rapor û dîmenên li ser medya civakî hatine parvekirin, çekdarên komên El Hemzat û El Emşat ên navê wan di pêkanîna komkujiyan li berava Sûriyeyê de derbas bûye û bi wan kuştinan têne tawanbarkirin, di deriyê gundê Keşto yê başûrê bajar re derbasî Serêkaniyê hatine kirin.
Tê gotin ku hewl tê dayîn çekdarên komkujî li dijî elewiyan kirine bêne veşartin.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye piştevaniya wan koman dike ku beriya niha li Efrînê jî beşdarî gelek tawanên li dijî Kurdan bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin