ÎDIA | 250 çekdarên DAISê di sikefteke Baxozê de xwe vesartine

24 March 2019 14:43 0 dîtin
ÎDIA | 250 çekdarên DAISê di sikefteke Baxozê de xwe vesartine

Peyamakurd - Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovan (SOHR) aşkere dike ku hêj nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine.

SOHRê ragihand ku, bi tevahî dawî li rêxistina terorîst a DAIŞê nehatîye û hêj çalakiyên wan li navçeyên rojhilatê çemê Firatê hene û nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke derdora Baxozê de xwe veşartine û hêj xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nekirine.

Derbarê dîlên di destê DAIŞê de jî Rewangehê amaje bi wê yekê dike, piştî rizgarkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê, lê hîna çarenivîsa bi hezaran dîlên di destê DAIŞê de ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) duhî (23.03.2019) li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihandibû û ev ragihandin di medya cîhên da bi awayekî berfireh cih girtibû. Di gelek nûçeyan da amaje wi wê hatibû kirin ku kurd gelekî wêrek e ku li ser navê mirovahîyê şer dike.