150 malbatên çekdarên DAISê yên li Kampa Holê wê derbasî Sengalê bibin
PeyamaKurd – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dê di rojên pêş de 150 malbatên endamên DAIŞê yên li Kampa Holê bi rêya Şingalê veguhezîne Mûsilê.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mahma Xelîl di daxuyaniya xwe ya 26ê Çileya 2025ê de ragihandibû, ku Wezareta Koç û Koçberan dê di rojên pêş de 150 malbatên DAIŞê yên li kampa Holê bi rêya Şingalê veguhezîne Kampa Cedda ya Mûsilê.
Mahma Xelîl anî ziman ku derbaskirina çekdarên DAIŞê yên tevlî komkujiya Êzidiyan bi rêya Şengalê bûne wê hestên şêniyên Şengalê xera bike û got, malbatên çekdarên DAIŞê yên di bin parastina wezaretê de ne bombeyeke ku her kêliyê dikare biteqe.
Xelîl anî ziman ku bi vê helwesta xwe Wezareta Koç û Koçberan xelatê dide kiryarên qirkirinê yên li Şengal, Spyker û cihên din, mexdûr û malbatên wan ceza dike û pirsa, "Gelo veguhestina malbatên DAIŞê karekî normal e yan ev zexta navneteweyî ye?" arasteyî aliyên pêwendîdar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin