Iraq: Heta niha 925 malbatên DAISê ji Kampa Holê hatine vegerandin
PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê eşkere kir ku heta niha 925 malbat ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê hatine vegerandin ku ev jî dike ji sedî 80yê welatiyên Iraqî yên li Kampa Holê.
Li gorî daxuyaniya Wekîlê Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê Kerîm Nûrî ku ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihandiye, di çend rojên borî de 158 malbatên din ku ji 650 kesan pêk dihatin, ji Kampa Holê bo Mûsilê hatine vegerandin.
Kerîm Nûrî daye zanîn ku bi vê yekê re bi giştî hejmara malbatên ku hatine vegerandin gihîştiye 925 malbatan ku ev hejmar dike ji sedî 80yê welatiyên Iraqî yên kesûkarên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 70 hezar koçber û malbatên DAIŞê li Kampa Holê ya başûrê Hesekê dimînin û piraniya wan temenê wan di bin 18 saliyê de ne.
Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev demek e dirêj e bang li welatan dikin ku welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê werbigirin ku heta niha hejmareke kêm malbatên DAIŞê hatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin