HSDê 50 malbatên din ên DAISê yên Iraqî vegerand
PeyamaKurd – HSDê 50 malbatên din ên DAIŞê yên Iraqî ji Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser vegerand Kampa Cedaa ya Neynewayê.
Şaneya Ewlehiya ya Iraqê diyar kir, îro Şemiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karwaneke din a malbatên çedkarên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê kiriye, ji Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê ji bo Iraqê hatine vegerandin û li Kampa Cedaa ya Neynewayê hatine bicihkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî jî şandeke Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê serdana Kampa Holê kiribû û navên kesên ku dixwestin vegerînin Iraqê tomar kiribûn.
Ev 6emîn karwana malbatên Iraqî yên DAIŞê ye ku di dema 15 mehan de ji wê kampê bo Iraqê tên vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin