Pistî 8 salên radestkirina Mûsilê bo DAISê, heta niha ti berpirsek nehatiye darizandin û cezakirin
PeyamaKurd – Tevî ku îro 10ê Hezîranê 8 sal di ser ketina destê rêxistina terorîst DAIŞê ya bajarê Mûsilê de derbas bûn, hîn jî ti rayeder û berpirsekî iraqê ji ber rêvekirina DAIŞê bo nav bajêr nehatiye dadgehkirin û cezakirin.
Her çiqas lijneyên lêkolîna rastiya bûyeran hatin pêkanîn û raporên xwe li ser sedem û aliyên xemsar ên ketina bajêr amade kirine jî hîn jî ti berpirs û aliyek nehatiye darizandin û hê jî piştî rizgarkirina Mûsilê ji %30ê nişteciyên bajêr aware ne û ji ber sedemên ewlehyê û tunebûna xizmetguzariyan, venegeriyane cih û warên xwe.
10ê Hezîrana 2014an, bêyî ti astengî û rûbirûbûnekê, 500 çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê êrîşî bajêr kiribûn û temamê Mûsilê dagîr kiribûn. Wê demê sê firqeyên artêşê û polîsê Iraqê, ku nêzîkî 100 hezar çekdarên perwerdekirî bûn û çekên herî nû yên pêşketî yên Amerîkî di destê wan de bûn, li ber xwe nedan û bajêr tevî nişteciyên wî, radestî rêxistina DAIŞê kiribûn û piştre DAIŞê wek yekem erda xwe xîlafet ragihandibû.
Li ser sedemên ketina Mûsilê gelek raporên fermî yên Iraqê hene. Serokê Lijneya Asayîş û Berevanî ya li Parlamentoya Iraqê Ednan Esedî jî di rapora xwe de 5 xalên sedema ketina bajarê Mûsilê wiha rêz kiribûn: nakokiya siyasî, milmilaniya taîfî, tunebûna baweriya nişteciyên bajêr bi hêzên Iraqê, milmilaniya artêş û polîs, xirab nîşandana artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji aliyê medyaya Erebî ya herêmê ve.
Li gorî amaran di şerê Mûsilê de 3 hezar û 176 kesên sivîl hatine kuştin, ku piraniya wan mêr û zarok in. Dîsa ji %80yê bajêr, ji ber şer wêran bûye, di nav wan de şûnwarên dîrokî yên olên Îslam û Mesîhî û avahiyên saziyên fermî û 55 hezar xaniyên welatiyan jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin