Li Mûsilê bombeya DAISê teqiya: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 1ê Îlonê li gundekî qezaya Beacê ya Mûsilê bombeyeke paşmaya DAIŞê bi malbatekê de teqiya û li gorî agahiyên destpêkê 4 zarok mirine.
Berpirsê Asayîşa Mûsilê ragihandiye ku îro nîvro li gundekî Beacê bombeyek bi malbatekê de teqiya ku paşmaya DAIŞê bûye û li gorî agahiyên destpêkê 4 kes ji wê malbatê mirine ku hemû zarok in.
Nexweşxaneya Beacê jî li ser teqînê ev daye xuyakirin ku malbat ji 12 kesan pêk tê û 4 zarokên wan mirine. Herwiha endamên din ên malbatê jî di bin kavilên xanî de ku niha çarenivîsa wan nediyar e.
Li gorî hin zanyariyan jî hejmara miriyan hîn ne zalal e û birînên 2 kesan giran in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin