Mayîna DAISê bi hêzên Sûrîyê de teqiya: 3 kustî, 6 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li çolistana Sûriyê mayînek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên Şamê de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Sexnê ya rojhilatê Humsê mayineke DAIŞê bi hêzên rejîma Sûriyê de teqiya.
Hat diyarkirin ku di encamê de 2 leşkerên Sûriyê û endamekî Dîfa El-Wetenî hatin kuştin û 6 endamên komên alîgirên rejîmê jî birîndar bûn.
SOHRê da zanîn ku ji 24ê Adara 2019an û heya niha di encama teqîna mayinên li çolistana Sûriyê de, hezar û 558 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin