Mayîna DAISê teqiya: 3 sivîlan can da, 2 jî birîndar bûn

22 April 2019 19:51 0 dîtin
Mayîna DAISê teqiya: 3 sivîlan can da, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Reqa yê Sûriyê îro berêvarî di encama teqîna mayîneke bermahiyên terorîstê DAIŞê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmê, mayîna bermahiyên DAIŞê îro duşemê li demjimêr 16:00ê berêvarî li kolana Nûr a bajarê Reqayê teqiya.

Di encama teqînê de 3 sivîl mirin û 2 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneya Tib El-Hedîs û Furatê.

Hat ragihandin ku tîmên bêbandorkirina mayînan ji bo ewlehiya herêmên şêniyan xebatên xwe didomînin.

Îro li Minbicê jî terorîstên DAIŞê motorsîkletek teqandibûn û bêyî qûrbanîdanê ziyaneke madî gihîştibû deverê.