Mayîna DAISê bi sivîlan de teqîya: 16 kes mirin

17 March 2024 08:52 0 dîtin
Mayîna DAISê bi sivîlan de teqîya: 16 kes mirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarê bakurê bajarê Reqa yê Sûriyê mayîneke berhamiyên çekdarên DAIŞê di minûbusekê de teqiya û di encamê de 16 kes mirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, “Zêdetirî 20 kesan ji bo komkirina kuvark “Dombelan” li gundewarê bakurê Reqayê li erebeyeke biçûk siwar bûbûn. Di encama teqîna mayîneke DAIŞê de 16 kes mirin.”

SOHRê daye xuyakirin, di çend hefteyên borî de li herêm û çolistanên Dêrazorê û Reqayê êrîşên DAIŞê li ser xebatkarên “Dombelanan” zêde bûye.

Li gorî amarên SOHRê 6ê Adarê jî di êrîşa DAIŞê ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 18 kes hatibûn kuştin. Ji  25ê Sibatê ve jî ji ber teqîna bermahiyên DAIŞê li beyarê Reqayê 14 kesan can dabû.