DAISê li Humsê di cejnê de hêrisî sivîlan kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku rêxistina terorê DAIŞê, di roja yekem a Cejna Qurbanê de li bajarê Himsê yê Sûriyeyê, li dijî sivîlan hêriş pêk aniye.
Li gorî jêderên xwecihî hêriş, li navçeyên Ferha û Um El-Tebabîrê yên rojhilatê Himsê pêk hatiye.
Hate ragihandin ku di encama hêrişê de hin sivîl birîndar bûne, lê belê hejmara birîndaran nehate qekezkirin.
Jêderan dan zanîn ku di hêrişê de ti kesan canê xwe ji dest nedane, lê belê piştî hêrişê diyar bûye ku hin kes wenda bûne û tê payîn ku ew kes ji aliyê DAIŞiyan ve hatine revandin.
Di 9ê vê mehê de, li heman herême 2 DAIŞî hatibûn kuştin û termên wan li erdê hatibûn kişandin.
Tê texmînkirin ku DAIŞê ji bo tolhildanê vê hêrişê pêk anîye.
Li gorî amarên Rîwangeya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de 434 kes hatine kuştin ku 29 ji wan DAIŞî, 362 ji wan jî endamên hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê ne.
Li hêla din, ji serê salê ve di şer û pevçûnan de 43 sivîl jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin