DAISê li Humsê 18 leskerên Esad kustin
PeyamaKurd – Şaneyên razandî yên rêxistina terorê DAIŞê li bejahiya Humsê kemînek daniye û di encama wê kemînê de 10 leşkerên Sûriyê kuştine.
Li gorî zanyariyan, DAIŞê nêzîkî bajarokê Al Şukhnakê yê li çolê li dijî leşkerên rejîma Sûriyê êrişek pêk aniye û di encama wê kemînê de 10 leşkerên DAIŞê kuştine û 8 leşker jî bi saxî dîl girtine.
DAIŞê leşkerên ku dîl girtibûn paşê li herêma Badiya Al-Şamê înfaz kirine û hejmara kuştiyan derketiye 18an.
DAIŞ, van demên dawiyê li hêzên artêşa Sûriyê yên li rojhilatê Humsê êrişan pêk tîne. Bi tenê di 10 rojên dawiyê de zêdetirî 40 leşkerên rejîma Sûriyê kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin