Di kemîna DAISê de 4 leskerên Sûrî hatin kustin

14 June 2024 17:39 0 dîtin
Di kemîna DAISê de 4 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê êrîşî erebeyeke leşkerî ya hêzên Sûrî kir û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê êrîşî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 4 leşkerên girêdayî rejîma Sûriyê hatin kuştin.

Hate zanîn ku wesayît ji aliyê herêma Miîzîle ber ber bajarokê Diwêr ê çolistana Bû Kemalê ya rojhilatê Dêrazorê ve diçû ku kete kemîna DAIŞê. Piştî wê êrîşê hêzên Sûriyê jî nîvê şevê bi moşekan êrîşî hin deverên şaneyên DAIŞê yên li çolistana Bû Kemalê kirin.