DAISê li Diyalayê hêris kir: 5 leskerên Iraqê hatin kustin
PeyamaKurd - Piştî demeke dirêj DAIŞê li 'herêma bi nakok' a Kurdistan ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê a di navbera parêzgeha Selahedîn û Diyalayê de hêrişî yekîneyeke artêşa Iraqê kir. Di encama vê hêrişê de 5 leşkerên artêşa Iraqê ku yek jê fermandar e hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, duh derengê şevê, DAIŞê hêrişî Yekîneya 2yemîn a Fermandariya Selahedînê ya artêşa Iraqê kir.
Di hêrişa DAIŞê de fermandarê yekîneyê Xalid Nacî Elwanî û 4 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Jêderan diyar kirin ku hêriş li herêma Mitêbice ya navçeya Dorê ya Diyaleyê hatiye kirin û meytên leşkerên kuştî ji bo saziya nûjdariya dadî û birîndar jî ji bo nexweşxaneyên li Selahedînê hatin şandin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê jî ew hêriş piştrast kir û da zanîn ku ew leşkerên wan ên di êrişa DAIŞê de hatine kuştin ev in: Xalîd Nacî Wesak Elwanî, Elî Necim Ebas Ehmed Hûsên Xizeyr, Nayf Hemûd Ferec, Esed Seîd Sefer.
Navên birîndaran jî wiha ne: Ehmed Edayi Casim, Elî Cebar Wehîb, Elî Cebar Hiwêş, Ebdula Ebid Muslîm, Meysem Cemal Reşad.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin