Di êrîsa bombeyî ya DAISê de 2 leskerên Iraqê hatin kustin

17 April 2022 13:08 0 dîtin
Di êrîsa bombeyî ya DAISê de 2 leskerên Iraqê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Diyale bombebeyek bi hêzên Iraqê ve hat teqandin ku di encamê de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Rêveberê bajaroka Qeretepe Wesfî Temîmî li ser teqînê ragihand ku dema hêzeke artêşa Iraqê ji operasyona ser çekdarên DAIŞê vedigeriya li gundê Şedire yê navbera Gulale û Qeretepe bombebeyek bi wan ve teqiya.

Hat diyarkirin ku di encama teqîna şeva borî rû daye de 2 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.