Di êrîsa DAISê de 2 leskerên Iraqê hatin kustin

04 February 2021 20:38 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 2 leskerên Iraqê hatin kustin

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li sînorê bajarokê Gulale yê bajaroka Xaneqînê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kirin ku hat ragihandin û 2 leşkerên iraqî hatine kuştin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên hêzên Pêşmerge ku ji medya Kurdistanê re ragihandine, hêzeke artêşa Iraqê xwest binkeyeke leşkerî li nêzîk gundê Qaye yê ser bi Gulale ava bike. Di wê demê de çekdarên DAIŞê êrîşî ser wê hêzê kirin û 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê êrîşên DAIŞê zêde bûne û tenê di meha borî de, çekdarên DAIŞê 10 caran êrîşî ser hêzên Iraqî li Xaneqînê kirine û di encamê de 25 leşker û çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.