Di êrîsa DAISê de 2 leskerên Iraqê hatin kustin û 5 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Artêşa Iraqê li ser êrîşa doh 14ê Çile ya DAIŞê bi ser xaleke kontrolê ya leşkerên Iraqê de daxuyaniyek belav kir.
Şaneya ragehandina ya fermandariya operasyonên hevbeş ên leşkerî û ewlehiya Iraqê li ser êrîşa DAIŞê ya li parêzgeha Selahedînê da xuyakirin ku êrîş bi ser xaleke kontrola hêzên Iraqê yên li navçeya Duceyl a ser bi parêzgeha Selahedînê de pêk hatiye û çekdarên DAIŞê piştre reviyane.
Şaneya ragihandinê da zanîn ku di wê êrîşê de du leşkerên Iraqê hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin