Sekvanên DAISê bi qenasan 2 leskerên Iraqê kustin

12 March 2021 21:01 0 dîtin
Sekvanên DAISê bi qenasan 2 leskerên Iraqê kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Adarê Kerkûk û Diyalayê 2 leşkerên Iraqê ji aliye sekvanên (nîşangirên) rêxistina terorîst DAIŞê ve hat kuştin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ragihand, bi êrîşa nîşangirên DAIŞê li du parêzgehên Iraqê, du serbaz hatin kuştin û serbazek jî birîndar bû.

Çavkaniya ewlehiyê eşkere kiriye: “Di derengê şeva din de, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzeke Lîwaya 45 a Artêşa Iraqê li gundê Morban Şax ê li Kerkûkê kir.” Çavkaniyê daye zanîn ku DAIŞê di êrîşê de qenas bi kar aniye û bûye sedema kuştina leşkerekî û birîndarbûna yekî din.

Herwiha li devera Xelaniye ya ser bi navçeya Mîqdadiye li bakurê rojhilatê Diyala jî dîsa bi qenasên DAIŞê, leşkerekî din hat kuştin.