DAISê li Kampa Holê jinek kust: Di roja yekem a cejnê de mêrê wê jî hatibû kustin
PeyamaKurd - Çekdarên şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê jineke koçbera Sûrî li nav kampa Holê ya başûrê bajarê Hesekê kuşt.
Hat zanîn ku doh 13ê Tîrmehê çekdarên şaneyên rêxistina DAIŞê jineke koçbera Sûrî di ronahiya rojê de li nav kampa Holê ya li gundewarê bajarê Hesekê bi tohmeta karkirina bi rêveberiya kampê û hêzên ewlekariyê re û dijminatiya rêxistinê, gule di serê wê de hatiye teqandin û kuştin.
Çavkaniyan diyar kiriye, ew jina hatiye kuştin ji gundewarê Helebê ye û hevjîna zilamekî ya ji Dêrezorê bû ku di roja yekem ya Cejna Qurbanê de li ser destê çekdarên DAIŞê hatibû kuştin e.
Ji destpêka îsal ve 26 kes di nav kampa Holê de hatine kuştin ku wek cihê herî metirsîdar li cîhanê tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin