Amerîka: Çar çekdarên DAISê yên ku hewl didan têkevin nav Kampa Holê hatin kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê diyar kir, çar çekdarên DAIŞê yên ku hewl didan têkevin nav Kampa Holê hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, Kampa Holê di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û nêzîkî 60 hezar kes tê de ye ku jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.
Berdevkê Fermandariyê Joe Buchino destnîşan kir, otomobîleke çekdarên DAIŞê, 20 kîlometre li rojhilatê Kampa Holê teqiyaye.
Joe Buchino got, hêzên HSDê gihîştine cihê teqînê û dîtine ku çend çekdarên DAIŞê li wir in û yek ji wan ji aliyê HSDê ve hatiye kuştin, yek ji wan xwe teqandiye û yê sêyem jî hatiye desteserkirin.
Di berdewamiyê de da zanîn, otomobîla duyem 50 kîlogram madeyên teqemeniyê tê de bûye û ligel hêzên HSDê rûbirûyî hev bûne û di encamê de çar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Herî dawî HSD ragihandibû, di helmetekê de ku di van demên dawî de li Kampa Holê encam dane, 220 kes desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin