HSDê 2 çekdarên DAISê yên hewl dan êrîs bikin kust

07 January 2024 14:09 0 dîtin
HSDê 2 çekdarên DAISê yên hewl dan êrîs bikin kust

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da xuyakirin ku hêzên wan li navçeya Şedadiyê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, du çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ku hewl dan êrîşî xaleke leşkerî bikin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand, hêzên wan doh 6ê Çileyê li navçeya Şedadiyê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bersiva hewla êrîşeke DAIŞê daye û wiha hate gotin: “Hêzên me li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞa terorîst didomînin.”

HSDê diyar kir, du çekdarên DAIŞê yên hewl dane li gundê Selceyê yê Şedadiyê êrîşî xaleke leşkerî ya HSDê bikin hatine kuştin û şervanên HSDê dest daniye ser çek û amûrên şêr ên bi van DAIŞiyan re.