HSD û Hevpeymaniyê bi operasyoneke hevbes berpirsê Kampa Holê yê DAISê kust
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona hevbeş a HSD û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, serkirdeyekî DAIŞê li Kampa Holê ya Hesekê hate kuştin.
HSDê da xuyakirin, operasyon şeva borî bi serdegirtina hêzên hevbeş li konekî kampê pêk hatiye û serkirdeyê bi navê Ebû Ubeyde El Iraqî ku di nava çekdarên DAIŞê de berpirsê kampa Holê ye, hate kuştin.
Hate diyarkirin, piştî ku wî berpirsê DAIŞê teslîmbûn red kiriye û hewl daye xwe biteqîne û guleyan biavêje, tevî hevjîna xwe ′Um Ayşe′ ku wê jî red kir xwe teslîm bike, hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, Ebu Ubeyde El Iraqî navê ′Ebû Muawiye bi kar dianî û yek ji berpirsê bilind ê DAIŞê bû û destê wî di qetilkirina gelek jin û mêrên li kampê de hebû û ′Eşbal El Xîlafe′ ber bi herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin direvand.
Herwiha hate gotin, kesê hatiye kuştin berpirsê êrîşên bendên ewlehî û leşkeriyê û plankerê bingehîn ê li dijî saziyên sivîl ên li kampa Holê bû ku gef li rêxistinên mirovî, ewropî û karmendên li kampê dixebitîn dixwarin da ku wan asteng bike û nehêle bi erkên xwe rabin.
Bi kesên hatine kuştin re, çekek kilaşînkovê, cercûrek, guleyên damanceya 8,5, rextekî leşkerî, 2 çenteyên leşkerî û telefoneke destan jî hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin