Pêsmerge û artêsa Iraqê ligel hevpeymaniyê operasyoneke hevbes a DAISê dan destpêkirin

06 June 2021 12:46 0 dîtin
Pêsmerge û artêsa Iraqê ligel hevpeymaniyê operasyoneke hevbes a DAISê dan destpêkirin

PeyamaKurd - Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li Germiyanê dest bi operasyoneke hevbeş a dijî DAIŞê kirin.

Hat ragihandin ku operasyona hevbeş îro li demjimêr 4:30ê sibepê dest pê kir û hêzên beşdar ji çend aliyan ve êrîşî çekdarên DAIŞê li çiyayên Xare û gundê Belkane û Zinane kirin.

Li gorî zanyariyan hêza Pêşmerge gihîştiye kûrahiya ku çekdarên DAIŞê ji çend salan ve xwe lê vedişerin û tunelek DAIŞê kontrol kirin ku tê de bombe û otomobîlên bombekirî dihatin amadekirin.

Hat zanîn, herêma ku Pêşmerge gihîştiyê, goreke bikomî lê ye û termên kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û kuştin tê de ne.

Herwiha balafirên Hevpeymanan jî li navçeya Dawde bi giranî cihên çekdarên DAIŞê bombebaran dikin ku ziyaneke mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê.

Çekdarên DAIŞê heta niha li navçeyên Belkan, Xare û Tawêrk hejmarek welatiyên sivîl kuştine û di gorên bikomî de veşartine û navçeya di navbera Kifrî û Xurmatû de jî wek cihekî ewle ji xwe re dîtine.